Mem û Zîn | Ehmedê Xanî
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iŞq
Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq
Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
BêŞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqŞihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqŞê xame kubra
Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb
MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û Şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê Şakir
* * * * *
Ey Şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêŞerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Şubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di miŞalê durrê xeltan
HerŞeŞ cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ
Heywan û nebat û me'den û ferŞ
Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban
ReŞka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit
Derdê te ye dil ji ber diêŞit
Şîrîn te kire Şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muŞterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar seyda
XweŞrengî te da giyayê sorgul
XweŞdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê Şemalan
Perwane kirin bi Şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ
Meczûb te pê kirin musewweŞ
Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêŞ-i tûtiyan girt
Davik te li pêŞ-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
NeqŞê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu Şa yî
Emma tu tudillu men teŞa'î
Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêŞê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di Şahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu asina kî
* * * * *
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keŞf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hiŞyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padiŞahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi Şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padiŞahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran
Herçî bire Şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê Şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye Şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in Şedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi Şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
* * * * *
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî Şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêsaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
BifroŞî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aŞikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padiŞahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
Tags:
Nûçe
ÇÛKA BERBANGÊ
Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya şeveke ji şevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên...
—————
Rê Dizanim | Şêrzad Zeynelabidîn
Rê di zanim
Êketîya tev kurdan im
Kilê çavê du Leylan im
Da'wet kirîyê daweta
Mazlum Dogan im
Vexandî yê nav dîwana
Mehmud yezîdî û Qasimlo û
Mame rîşe û
Tev şehîdên Kurdistan im
Rê di zanim
Ney ji van û ney ji wan im
Dengê sora û
Lor û Lik û Badînan im
Bimrim bo serxwebûn a te
Ho...
—————
Bikarhênerên înternetê li Çînê ji nîştecihên DYE bêtirin
Bikarhênerên înternetê li Çînê ji nîştecihên DYE bêtirin. Ajansa Çîna nuh da xuya kirin ku, hijmara bikarhênerên înternetê heya hizêran 2009 gihiştî 338 milyonan. Li gor ajansê, ya ku agahiyên xwe ji navenda medya ya Çînê digere, hijmar ji destpêka 2009 de 40 milyon zêde bûye.
Tê...
—————
Heya 2 GB bilinb bike (upload)
Heya ku bi prensesa Brîtanya jî ji xwe re kenalek li cem YouTube çêkirî.
Di dema dawî de malpera YouTube, ya bilind kirin û belav kirina vîdyoyan, gelek bi nav û deng bûye. Heya giha raceya sêyemîn di nav malperên herî tên temaşe kirin di dinyayê de.
Anha îcar tu dikare heya...
—————
Zebeş mêraniyê xurt dike!
Li gor lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin madeya bi navê "citrulline" ku di nav zebeşê de heye pêşî têkçûna ereksiyonê digere û wê baş dike. Bi vî awayî mêraniya zilaman xurtir dibe.
Li gor lêkolînê citruliline di laş de vedigehure asîta amino ya bi navê "arginine". Ev asît ji aliyekê ve...
—————
Ji Weşanxaneya Ava du Pirtûkên Helbestan
Ji Weşanxaneya Avayê du pirtûkên helbestê yên nû derketin. Pirtûkên helbestê ku ji aliyê Azad Zal û Çetîn Duran ve hatine nivîsandin, di refên pirtûkfiroşande cihê xwe girtin.
Ji Weşanxaneya Avayê du pirtûkên helbestê yên nû derketin. Pirtûka helbestan a bi navê, "Teşî' ji aliyê helbestanvan Azad...
—————
Xwarina Pîvazên sor
Lêkolînvanan dan zanîn, ku pîvazên sor can germ dike û xwînê çalak dike. Tevî ku hêsirên ji ber hûr kirina pîvazan dibarin can ji jahrê xelas dike.
Lêkolînvanan dan xuyanî kirin ku pîvaz dikare nehêle mirov bi zelitanê bikeve. Xwarina pîvazan ji xwînê re başe û canê însan aram dike...
—————
Girtiyên Rojavayê Kurdistan
Ji rojavayê Kurdistan, rojavayê ku di bin potîn û beryarên nijadperestên Bess de digevize, banga dîlên azadiyên ji ojdanê mirovatiyê re, ji ojdanê xwedî bextan re, ji ojdanê pênûsên azad û kesayetên welatparêz re heye.
Tenê ji serê sala 2009 an û vir ve zêdeyî 250 î girtî ketine zindanên rêcîma...
—————
Ji îro û pêde "Hunch" wê ji te re biryara bide!
Lêkolînereke emerîkî îlan kir ku wê malperek bi navê „Hunch“ (www.hunch.com) ava kiriye ji bo biryar danê ji bikarhêneran re. „Hunch“ di serî de çend pirsan wê ji te bike û di pişre wê sê biryarê herî baş ji bo rewşa te bide. Li gor agahiyên ku li ser xwe tu dide malperê, malper li...
—————
Nokia 5530 xpressmusic
Nokia telefona xweyî nuh, ya ji rêza xpressmusic pêşkêş kir. Nokia bi vê modêlê dixwaze bala bikarhanerên ciwan bikşîne.
Nokia 5530 xpressmusic bi touchscreen'e, WLAN û bi kamêra 3.2 megapixe'e. Û ev telefon wê bi kartek çar GB be.
Wekî din, ev nokia wê bi ekranek 2.9 “ be u xwedî 16...
—————
Ji dahata petrola Kerkûkê mehane 6-9 mîlyon dolar bo bajêr dimîne
Cîgirê serokê civata Parêzgeha Kerkûkê û serokê Lîjneya Petrol û Pîşesaziyê yê li wê civatê Rêbwar Talebanî da zanîn, pereyê ku ji dahata petrola Kerkûkê bo îdareya bajêr dimîne, dikare çendîn projeyên stratejîk bên pêkanîn.
Talebanî got: “Di rewşeke asayî de, rojane nêzî 400 hezar...
—————
Jin dihêlin ku mêr kêm bifikirin
Amsterdam: jinên bedew dihêlin ku mêrên li himber wan ahmeqbin. Eve necamek dawî ji lêkolînekê li Hollendayê, herî kêm ji bo demekê mêr ahmeq dimînin.
Zanyarên zanîngehê, ya li rojhilatê Hollandayê hêza xortan ya mejî pîva bûn, piştî demekê bi keçên gelek bedew re...
—————
Xwarina cûrbecûr bixwin!
Waşinton (Washington): pisporên xwarinê dan xuyakirin ku, xwarina ji cûreyek tenê ji xwarinê bandorê li ser tenduristiyê dike, ji ber wa divê xwarin cûrbecûr be. Weke xwarina don, ya ku di navikan de û di avûkado de heye. Pisporan gotin: a girîng ewe ku, mirov gelek ji mêwiyan jî bixwe, ji...
—————
Di hejmara nû ya Kovara Wê dosyeya kurdolojiyê
Kovara W’ê di pêşgotina hejmara xwe ya nû(26) de dibêje:”Di vê hejmarê de me mijara dosyeya xwe wek kurdolojî diyar kir. Tevî ko ne li gor konsepta me bû jî ji ber ko mijar aktuel bû û dihat nîqaşkirin û zelaliyek jê re pêwîst bû me girt dest. Em hêvîdar in wê dosyeya me sûdewar be."
Pêşgotina...
—————
Hevpeyvîn li gel Hunermend Selah Osê
Kekê Selah Ez bi xêrhatina te dikin û bi hêvîne ku tu serkeftî û kêfxweş li welatê bav û kalan vegerî. Kekê Selah bi destura te be ez ê çend pirsan ji te bikin? Ser cava kekê xebat ez bo vê derfeta ku we da min spasya we dikim û serkeftinê ji karê we re dixwazim. Selah Osê: Sî sal di nav...
—————
Hejmara gundên ku navê wan hatine guhertin
Tirkan hin navên tirkî jî guhertine. Binêrên ev kîjan in. Aptaldam (serxaniyaexmeq), Atkafası (serêhespê), Cadı (pîrebok), Çürük(genî), Deliler(yên dîn)...
Li gor lêkolînekê, li Tirkiyeyê di navbera salên 1940 û 2000an de li hemû Tirkiyeyê navê 12.211 gundan hatiye guhertin û rêjeya wê jî ji %...
—————
Matematîkê bi kurdî fêr bibin
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo qada zanistî ya kurdî berhemeke hêja weşand. Pirtûka Hesen Guneylî ‘Matematîk’ cihê xwe di nava refên pirtûkxaneya kurdî de girt.
Pirtûka ‘Matematîk’ê ya Hesen GUNEYLÎ di encama xebateke demdirêj de hatiye afirandin. Di vê berhemê de hinek xalên sereke yên Matematîkê...
—————
Mamosteyê elektronîk li Japonya
Japonya bi fermî mamostyê elektronîk dixe kar. Mamosteyê yekem li dibistanek seretayî li nêzî zanîngeha paytextê Tokyo kete kar. Kêfa xwendevanan gelek ji mamoste re hat. Mamosteya elektronîk dikare xwendevanan bi navê wan bang wan bike, bi wan re biaxive û ji wan cêkirina karê dibistanê...
—————
Mîgren serê gelek kesan diêşîne
Mîgren serêşiyek norolojîk e û bi destpêkirinavê nexweşiyê re mirov ji ronkayî û deng aciz dibe û gazindên dillihevketinê û verşandinê derdikeve holê. Li gor pisporan mîgren serêşiyek zêdeye ku di mehê de carek an du caran li mirov peyda dibe.
Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê...
—————
MÎHRÎCANA AMEDÊ DÊ JI BO AŞTIYÊ BIQÎRE
Îsal 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 27’ê gulanê de dest pê dike. Mîhrîcana ku 4 rojan dê dom bike bi temaya jin, zarok û aştiyê tê lidarxistin.
Li Amedê ji sala 2001’ê ve her sal weke kevneşopiyekê mîhrîcana çand û hunerê tê lidarxistin. Mîhrîcana îsal 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya...
—————
Programa Windows ya nuh Release Candidate
Micorsoft îro Windows 7 (Release Candidate) belaş kire online.
Daxistin ji îro saet deh de amade ye û heya tîrmeha 2009 li ber destên bikarhênerane.
Ji bo tu Windows 7 karibe bikar bîne dibe di kopmûtera te de hebe:
32 yan 64 Bit Prosesor û 1 Ghz yan lezgîn tir
RAM...
—————
Motorê lêgerînê "Wolfram" dikeve kar | VIDEO
Xuyaye ku motorê lêgerînê "Wolfram" tişt nemaye ku dest bi kar bike. Kampanya ku ev motor pêşxistî daxuyanî da ku di meha gulanê de wê dest bi kar bike.
Hin kesên ku ev motor bikar anîbûn gotin ku, wê bibe „kujerê Google“. Bi rastî jî „Wolfram“ ne weke motorên lêgerînê ye, yê ku em...
—————
Qubadî festîvala fîlm ya Cannesê vedike
Fîlmê derhênerê navdar yê kurd Behman Qubadî wê merasîma vekirina festîvala filman Cannesê (Kan) ya îsal bike.
Festîval îsal di navbera 13 û 24 gulanê de pêk tê û ji bo merasîma "Un certain regard" fîlmê Qubadî yê bi navê “Kasi Az Gorbehaye Irani Khabar Nadareh" (kes behsa pisîkên îranê nake) vebe....
—————
KONSERA DENGBÊJAN Û ROCKÊ BI HEV RE
10`ê vê mehê dengbêjên kurd û rockvan li heman sehneyê bi hunera xwe derdikevin pêşberî hunerhezan.
Armanca konserê ew e ku muzîka rojava û muzîka kurd a klasîk bînin ba hev û bi tehmên cihê wan pêşkêşî hunerhezan bikin.
Di konserê de hunermendên kurd Ayfer, Mihemedê Serhedî û Baran dê bi kilamên...
—————
Google „Similar Images û News Timeline“ pêşkêş dike
Google „Similar Images û News Timeline“ pêşkêş dike
Google du xizmetên nuh wek tecrube dixe destê bikarhênerên xwe. Similar Images xizmetek lêgerînê ye, ku li wêneyên wek hev digere. Di bin wêne de lînkek xuya dibe, bi xêra vî lînkî bikarhêner dikare li wêneyên wek wî bigere,...